Îtalyayê êrîşa li ser dibistana li Îranê bi tundî şermezar kir

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni êrîşa li ser dibistana zarokan a li bajarê Minab ê Îranê ku di encamê de zêdetirî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, bi tundî şermezar kir. Giorgia Meloni banga lêpirsîna bilez kir.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni têkildarî êrîşa li ser dibistana zarokan a li bajarê Minab ê Îranê ya di 28’ê Sibatê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew êrîşa berbehs ‘’bi tundî şermezar dike.’’

Meloni li Senatoya Îtalyayê têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn axivî û got: ‘’Ez li ser navê hikûmetê qetilkirina zarokên keç ên li dibistana bajarê Minab ê li başûrê Îranê bi tundî şermezar dikim.’’

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni peyama piştevaniyê da malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo eşkerekirina berpirsiyariyên vê trajediyê ez daxwaza lêpirsîneke berfireh dikim.’’

Rayedarên Îranê diyar kirin ku êrîşa berbehs roja 28’ê Sibatê ku roja destpêkirina şerî ye, pêk hatiye û di encama êrîşê de zêdetirî 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di gel ku rêveberiya Tehranê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê weke berpirsên vê êrîşê dibîne jî DYE û Îsraîlê vê yekê red dikin.

Serokê DYE’yê Donald Trump roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku lêpirsîna têkildarî bûyera berbehs berdewam dike.

Her wiha Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni  anî ziman ku ew ne aligirên şer ûpevçûnên li Rojhilata Navîn in û got rêveberiya Romayê ‘’naxwaze bikeve şerî.’’